Siyasetmedar Lezgîn Botan: Tecrîd dibe sedema krîzên piralî

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo didome.
Siyasetmedar Lezgîn Botan anî ziman ku tecrîda li ser Rêber Apo dibe sedema krîzên piralî û got:
“Çarserkirina van pirsgirêkan bi rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û azadiya wî pêkan e.”

Ev 39 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Li hember vê jî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” didome.

Di 7’ê Hezîranê de 61 rewşenbîrên fransî ji bo dawî li tecrîda Îmraliyê bê name ji CPT re şandin û di nameyê de daxwaz kirin ku CPT biçe Îmraliyê .

Siyasetmedar Lezgîn Botan ku li Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo di rêxistinkirina çalakiyan de cih digire, têkildarî tecrîdê axivî.

Lezgîn Botan: Bêdengiya saziyan li hember tecrîdê hevkariya wan nîşan dide

Lezgîn Botan destnîşan kir ku krîza li Îmraliyê dibe sedema krîzên piralî û got:

“Berdewamkirina tecrîdê tê wateya ku Tirkiye erkên xwe yên di peymanên navneteweyî de hatine diyarkirin pêk nayine.

Bêdengiya saziyan hevkariya wan nîşan dide.

Birêz Ocalan li ber çavên me rastî êşkenceyê tê.

Konseya Ewropayê û saziyên wê, çavên xwe ji tecrîd û êşkenceyê re digirin.

Li gel vê jî li hemberî Tirkiyê tu gav nayên avêtin.”

Lezgîn Botan: Çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi rakirina tecrîdê pêkan e

Botan anî ziman ku li Rojhilata Navîn bêyî çareseriya pirsgirêka kurd tu pirsgirêk çareser nabin û wiha domand:

“Şerê li Sûriyê dewam dike, Tirkiye her roj Iraqê bombebaran dike û Îran jî bi pirsgirêkên bi vî rengî re têdikoşe.

Çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û misogerkirina azadiya wî pêkan e.

Em li dijî tecrîdê li Ewropayê di warê dîplomasî, hiqûqî û civakî de xebatên xwe didomînin.

Divê saziyên hiqûqê û baroyên Kurdistanê jî bikevin nava tevgerê.”

Lezgîn Botan: Îro îradeya civakê bi rêya qeyûman tê tecrîdkirin

Siyasetmedar Lezgîn Botan diyar kir ku îro îradeya civakê bi rêya qeyûman tê tecrîdkirin û wiha domand:

“Mafên Kurdan ên dengdayîn û hilbijartinê tên tecrîdkirin.

Divê em bi çalakiyên cur bi cur têkoşîna xwe bidomînin.

Em ê xwedî însiyatîf bin da ku kesayetên pêşeng ên civakê li Misir, Erebistana Siûdî, Rûsya, Hindistan, Çîn û welatên din ên cîhanê banga rakirina tecrîdê bikin.

Di vî warî de plansaziyên me hene û didomin.”

Back to top button