HPG’ê nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji gelê kurdistanê re xwet û got:
“Hevreyên me Rûken û Avînar bûn milîtanên Apoyî yên şert û mercên zehmet
Emê soz didin ku têkoşîna hevreyên xwe mînak bigirin û bîranînên wan zindî bikin”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayên ku li Herêma Xakurkê şehîd bûn eşkere kir.

HPG’ê derbarê têkoşîna şehîdan de ev tişt anî ziman:

“Hevreyên me Rûken û Avînar ên ji bo azadiya gelên bindest û gelê me tevlî refên gerîla bûn, bi îdeolojiya Apoyî di xwe de guhertinên muezem afirandin.

Ji xeynî jiyana şoreşgerî jiyaneke din qebûl nekirin û xwe fedayî gelê me kirin.

Hevreyên me Rûken û Avînar ku bûn milîtanên Apoyî yên şert û mercên zehmet.”

HPG’ê ji bo şehîd Avînar Merîvan wiha got:

“Hevrêya me Avînar Merîvan bi hevrêtiya xwe ya dirust û ji dil weke milîtana YJA Starê di têkoşîna me ya azadiyê de ciheke nayê jibîrkirin girt.

HPG’ê ji bo şehîd Rûken Spêrtî jî wiha got:

“Hevrêya me Rûken ku di jiyanê de bi helwesta xwe ya dilnizm û bi îdîaya xwe ya nûnertiya nasnameya jina azad bû milîtaneke mînak a PKK-PJAK’ê.

HPG’ê sersaxî ji malbat û gelê kurdistanê re xwest got:

“Em heyrewên wan soz didin ku têkoşîna hevreyên xwe Rûken û Avînar mînak bigirin û bîranînên wan zindî bikin, bi van hestan em sersaxiyê bi taybetî ji malbata wan a hêja û hemû gelê xwe yê welatparêzê Kurdistanê re dixwazin.”

Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ye:

Nasnav: Avînar Merîvan
Nav paşnav: Rozan Vîldan Kizmaz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik: Zozan
Navê Bav: Cuma
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Nîsana 2018/ Xakurkê

Nasnav: Rûken Spêrtî

Nav paşnav: Fatma Koyuncu

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik: Xezal

Navê Bav: Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 6’ê Nîsana 2018/ Xakurkê

Back to top button