Dayîkên Şehîdan: Li dijî çekên kîmyewî rabin

Dayîkên Şehîdan ên Wargeha Mexmûrê êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û qedexekirî yên li ser gerîlayan bi tûndî şermezar kirin û gotin:”Divê her kes li dijî van sucên şer rabin.”

Dayîkên Şehîdan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê têkildarî êrişên dewleta Tirk axivîn.

Yek ji Dayîkên Şehîdan Zeyneb Hilalî êrişên dewleta Tirk wek rûreşiyek a cîhanê bi nav kir û got:

“Dewleta tirk bi çekên qedexekirî êrîş dike û dixwaze me qir bike.

Çiyayên me bi kîmyabaranê wêran dike.

Bese! Rabin ser xwe û bêjin bese ji xiyanet û dagirkeriyê re.”

Dayîkên Şehîdan: Em heta dawî li pişta zarokên xwe ne

Eyşê Roboskî jî anî ziman ku li Îmraliyê berxwedanek mezin heye û ew berxwedan niha li Herêmên Parastina Medyayê jî tê jiyankirin û got:

“Kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin, çima dema mijar dibe Kurd ti maf nayê dayîn.

Em wek dayîkên şehîdan heta dawî li pişta zarokên xwe bin.”

Dayîkên Şehîdan: Divê demildest pêşiya van sucên şer bên girtin

Herî dawî Mehbûb Hilalî jî bikaranîna çekên qedexekirî weke sucê şer bi nav kir û wiha nêrîn û bertekên xwe anî ser ziman:

“Zarokên me ji ber zilm, zorî û dagirekriya Tirkan çûne serê çiya û ji bo azadiyê têdikoşin.

Dewleta Tirk malên me şewitandin û talana me kirin.

Zarokên me qetilkirin û malbata me qirkirin.

Em wek gel, tenê heqê xwe dixwazin.

Divê demildest pêşiya van sucên şer bên girtin.”

Back to top button