Li Erîşa xelkên 4 bajaran ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan

Li herêmê piştgiriya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” berfireh dibe.
Xelkên Erîşa, Şedadê, Hol û Mergedayê bi meşekê tecrîda giran a li dij Rêber Apo şermezar kirin.
Beşdaran bang kirin ji bo azadiya Rêber Apo em ê asta tekoşînê bilindtir bikin.

Ji ber wernegirtina agahiyekê ji rêberê xwe, xelkê 4 bajaran daketin qadan.

Tevî xelkê wê, bi sedan welatî ji Şedadê, Hol û Mergedayê tevlî meşê bûn.

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de, xelkê helwesta xwe nîşan dan.

Di meşê de, pankartên weke ” azadiya Rêber Apo kilîta çareseriyên Rojhilata Navîn e” hatin hildan.

Meş li ber avahiya Meclisa Erîşayê veguherî mêtingê.

Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan Îman El Ferec îşaret bi felsefeya Rêber Apo kir û wiha got:

“Di serî de pirsgirêkên jinan, Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên mirovan lêkolîn kirin.

Bi saya wî jin azad bûne, bûne xwedî biryar û di tevahî qadan de cihê xwe digirin.”

Îman El Ferec ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo soza domandina têkoşînê da.

Endamê meclisa PYD’ê ya navçeya Erîşayê Emar El Mûsa jî anî ziman ku komploya li dijî Rêber Apo têk çûye, îsbata vê têkçûnê projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Emar El Mûsa bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku dawî li tecrîdê bînin.

Hêjayî gotinê ye, sibe bi heman armancê wê meşek girseyî li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna xelkê Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê wê dakevin qadan.

Xelkê Erîşa, Hol, Şedadê û Mergede wê sibe dijî tecrîdê bimeşin

Back to top button