Tetbîqata çekên nukleerî ya Rûsyayê

Rûsya bi Belarûsê re qonaxa duyemîn a tetbîqata çekên nukleerî dest pê kir.
Wezareta Parastinê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew bi biryara Putin hatiye destpêkirin.
Her wiha Wezaretê bal kişand ku ev tetbîqat ji bo zêdekirina kapasîteya amadehiyê ya hêzên nukleerî yên Rûsyayê û parastina yekparçeyiya axa welêt û serweriya welêt hat organîzekirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku qonaxa duyemîn a tetbîqata çekên nukleerî ya nestratejîk dest pê kiriye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku qonaxa duyemîn a tetbîqata hêzên nukleerî ya nestratejîk bi biryara Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dest pê kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di tetbîqatê de perwerdeya hevpar a yekîneyên hêzên çekdar ên Rûsya û Belarûsê hat dayîn.

Li ser bikaranîna çekên nukleerî yên ne-stratejîk ên di şer de dê were xebitandin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tetbîqat bi armanca misogerkirina bê şert û merc serwerî û yekparçeyiya xaka Yekîtiya Dewleta Rûsya-Belarûs hat lidarxistin.

Her wiha hat destnîşankirin ku armanc ew e ku hêz û alavên pêwîst amade bin.

Rûsya qonaxa duyemîn a tetbîqatê dest pê kir

Hat bibîrxistin ku di qonaxa yekem a tetbîqatê de li Herêma Leşkerî ya Başûr yekîneyên moşekan li ser bikaranîna sîstema mûşekî ya operasyon-taktîkî ya Îskenderê perwerde dîtin.

Hat diyarkirin ku yekîneyên Hêzên Esmanî û Fezayê yên Rûsyayê bi çekên hewavaniyê ku di nav wan de fuzeyên hîpersonîk ên arobalîstîk Kinjal jî hene, pratîk kirine û ber bi qadên dewriyeyê yên destnîşankirî ve firandine.

Di 21’ê Gulanê de, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihandibû ku wê tetbîqata bikaranîna çekên nukleerî yên ne-stratejîk li Herêma Leşkerî ya Başûrê wî welatî daye destpêkirin.

Sala borî Rûsyayê bi hinceta “NATO’yê çekên nukleerî yên taktîkî li welatên din bi cih kir” çekên nukleerî yên taktîkî li Belarûsê bi cih kiribû.

Back to top button