Blinken serdana Îsraîlê kir

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serdanên xwe li welatên Rojhilata Navîn dest pê kir.
Blinken di qonaxa yekem a serdana xwe de roja Duşemê çû Qahîreya paytexta Misirê û bi Serokomar Ebdulfetah Sîsî re civiya.
Ew du rojên dawî de jî li Îsraîlê hevdîtin bi rayedarên Îsraîlê re dike.
Armanca serdanê şerê Îsraîl û Hemas, agirbest û pevguhertina girtiyan e.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serdana Îsraîlê kir.

Antony Blinken bi Serokê Partiya Yekîtiya Neteweyî Benny Gantz û Serokwezîrê berê û serokê muxalefeta sereke Yair Lapid re civiya.

Li gorî daxuyaniya ofîsa Blinken, Gantz bang li Blinken kir ku “zexta herî zêde” li ser danûstandinan bike da ku li ser serbestberdana girtiyên li Xezayê li hev bikin.

Blinken bi lîderê muxalefetê re jî hevdîtin kir

Di daxuyaniya ofîsa Lapid de hat diyarkirin ku bi Blinken re hevdîtinek pêk hatiye.

Di hevdîtinê de, Lapid ji Blinken re teqez kir ku armanca sereke vegerandina 120 girtiyên li Xezayê bo malên wan e û tekezî li ser pêwîstiya lihevkirina li ser pevguhertina girtiyan kir.

Blinken ku duh bi Serokwezîr Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Yoav Gallant re hevdîtin kir, îro serê sibê bi Serokdewlet Îshaq Herzog re hevdîtin kir.

Blinken ku beriya Îsraîlê li Misrê têkilî danî, bang li Qeter û Misirê kir ku zextê li Hamasê bikin da ku peymana agirbestê îmze bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hefteya borî di daxuyaniyekê de gotibû ku şert û mercên bidawîkirina şer neguheriye.

Netanyahu diyar dike ku ji bo şer bi dawî bibe divê Hamas bi temamî bê îmhakirin û hemû rehîneyên Îsraîlê bên berdan.

Serdanên Blinken li welatên Rojhilata Navîn

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Blinken bang li welatên Rojhilata Navîn kir ku zextê li Hamasê bikin ku agirbestekê qebûl bike.

Blinken di qonaxa yekem a serdana xwe de roja Duşemê çû Qahîreya paytexta Misirê û bi Serokomar Ebdulfetah Sîsî re civiya.

Blinken di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtina bi Sîsî re got:

“Peyama min ji hikûmet û gelên herêmê re ev e; heke hûn agirbestê dixwazin, zextê li Hamasê bikin ku bêje ‘erê’.

Blinken da zanîn ku welatên herêmê û cîhanê plana sê qonax a ku ji aliyê Biden ve hatiye pêşniyarkirin pejirand, lê yekane aliyê ku negot ‘erê’ Hamas e.

Blinken diyar kir ku Îsraîlê pêşniyara Biden qebûl kiriye.

Lê belê ji aliyê hikumeta Îsraîlî ve ti daxuyaniyeke zelal nehatibû pejirandin ku ev plan hate pejirandin.

Şerê Îsraîl-Hemas: 248 roj

Back to top button