Rêxistina Zarokan kuştina zarokê 16 salî yê ji aliyê Tirkiyê şermezar kirin

Rêxistina Stêrk a Zarokan kuştina zarokê 16 salî ya ji aliyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û bang li aliyên pêwendîdar kir.

Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan derbarê bûyera zarokê 16 salî yê bi navê Hisên El Selmo ku 8`ê Hezîranê (2024) ji aliyê leşkerên dewleta Tirk li ser sînorê gundê Doda yê navbera Qamişlo-Amûdê de hatibû kuştin daxuyaniyek da.

Daxuyanî li bexçeyê Helebçe yê li Qamişloyê hat xwendin.

Zarokan pankartên bi nivîsa “Na ji êrişên Tirkiyeyê re”, “Bese ji tecawizkirinê re”, “Bese ji kuştinê re” û “Em jiyaneke bi aştî dixwazin” hildan.

Endama Rêxistina Stêrk Rojda Xelîl daxuyanî xwend û wiha got:

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin, rojane mirov tên kuştin

Di van êrişan de zarok jî tên hedefgirtin.

Divê zarokên li herêmê karibin li ser xaka xwe azad tevger bikin.

Di daxuyaniyê de bang li aliyên peywendîdar ên ku parastina mafê mirovan hat kirin ku helwest nîşan bidin, xwedî li zarok, ciwan û jinan derkevin.

Back to top button