Çeteyên li bajarê Girê Spî pev ketin, bi kêmanî 6 çete hatin kuştin

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li navenda bajarê Girê Spî li ser parvekirina mal û milkên sivîlan bi hev ketin. Tê gotin ku kuştî û birîndarên wan hene.

Çavkaniyan ji bajarê Girê Spî diyar kirin ku çeteyan Ehrar El-Şerqiya û Cebha El-Şamiya yên ser bi dagirkeriya dewleta Tirk ve li ser parvekirina mal û milkên malbatekê Kurd bi hev ketine.

Li gorî agahiyan malbata Kurd bi navê malbata Mîrza tê naskirin ku ji bajêr koçber bûne.

Her wiha li gorî agahiyan di encama van şerên di navbera çeteyan de bi kêmanî 6 çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button