Rojnamegerên navçeya Ranya diyar kirin ku divê gelê Kurd li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk ya li ser Rojavayê Kurdistanê bibin xwedî yek helwest.
Rojnamegeran gotin:
Eger destkeftiyên Rojavayê Kurdistan neyên parastin, wê Başûrê Kurdistanê jî bibe armanca êrîşan.
Li ser êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Rojavayê Kurdistan, rojnamegerên navçeya Ranya ya parêzhega Silêmaniyê axivîn.
Rojnameger Diyar Mihemede axivî û got:
Erdogan û hevalbendên wî herdem êrîşî deskeftiyên gelê Kurd dikin.
Îro jî êrîşî gelê Rojavaya û sistema xwerêvebriya Demokratik dikin.
Dewleta Tirk a dagirker dixwaze destkeftiyên Kurdan ji holê rake.
Diyar di dewamê de eşkere kir ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistan planê dewleta Tirk vale derxist û wiha anî ziman:
Ger gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk ranebin û helwestekî tund nişan nedin wê carek din enfal, kîmyabar û Efrîn dubare bibe.
Her wiha Rojnameger Serdar Qadir jî balkişand li ser êrîşên dewleta Tirk û got:
Dewleta Tirk bi alikariya hêzên navnetewî êrîş dibe li ser Rojavayê Kurdistanê.
Erkê rewşembîr û hêzên siyasî ewe ku dakevin qadan û raya gişti ya cihanê li beramberî dagirkeriya Tirkiyê agahdar bikin.
Serdar Qadir wiha axavtina xwe bi dawî kir:
Xeteriya li Rojavayê Kurdistanê xeteriya li ser Başurê kurdistanê ye.
Ji bo em van plan û kompiloyan têkbinin pêwîste hemû Kurd destê hev bigre û bi dengî li diji dagirkeriya dewelta Tirk bisekine.