Li Iraqê xwepêşandan li 3 bajaran herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Iraqê hêzên leşkerî piştî ku xwepêşandêran sefaretxaneya Îranê şewitandin êrîşî wan kirin.
Polîsan di êrîşa xwe de çekên rast bikar anîn.
Di encamê de herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan û 230 kes jî birîndar bûn.

Xwepêşandêrên Iraqê li wîlayeta Zikra ya Nasriyê ku li başûrê welêt sefaretxaneya Iranê şewitandin.

Piştî vê yekê jî di navbera wan û hêzên Iraqê de şer û pevçûn rûdan.

Hêzên Iraqî li gel gaza rondikrêj, çekên rast jî bikar anîn.

Di êrîşên li Nasriyê de 29 di encama bikaranîna çekên rast de jiyana xwe ji dest dan.

Li Necefê 12 û li paytexta Iraq Bexdayê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha di encama êrîşên hêzên dewletê li ser xwepêşandêran jî 230 kes jî birîndar bûn.

Li Iraqê xwepêşandan
Di nava 2 mehan de zêdeyî 300 kesî jiyana xwe ji dest da

Di xwepêşandanên ku ji despêka meha Cotmehê ve despê kirî heta niha zêdeyî 300 xwepêşandêran jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 15 hezar kes jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button