Kampa Waşokanî heta niha 2300 koçber hatine bicihkirin

Li Kampa Waşokanî bi qasî bêhtirî 2 hezar kesî hatin bicihkirin û rewşa wan zehmet dibe.

Rêveberiya Kampê ji me re ragihand ku heta niha bi qasî 494 malbat ango 2300 kes li kampa Waşokanî ya Hesekê hatine bicihkirin.

Rêveberî balê dikşîne ser wê yekê ku, rêxistinên herêmî û çend yên navdewletî alîkariyê pêşkêşî şêniyan dikin.

Tê zanîn ku ji ber êrîşên Dewleta Tirk bi qasî 350 hezar kes, ji cih û warê xwe koçber bûn û tevî kampan, li deverên cuda hatine bicihkirin.

Leave a Reply

Back to top button