Li ser malperên civakî kampanya “Koma Boykottê” hat destpêkirin

Ciwanên Başûrê Kurdistanê beriya hefteyeke li ser tevna civakî jî pêngaveke bi navê “Koma Boykotê’ dan destpêkirin.

Li dijî êrişên dewleta tirk a dagirker şêwazê boykotkirina kel û pelên Tirkî berfireh dide. Ciwanên Başûrê Kurdistanê li ser tevna civakî jî pêngaveke bi navê “Koma Boykotê’ dan destpêkirin.

Ev kom him têkildarî naskirina malên tirkî gel agahdar dike him jî malên tirkî yên ku bi rêka înternetê ve tê firotin asteng dike.

Têkildarê mijarê Endamê Koma Boykotê Serdar Ehmed axivî û dazanîn ku boykot bi piştgiriya gel û kesên hestên neteweyî di wan de zindî ne; heta niha bi awayekî baş pêş dikeve.

Her wiha gelek welatiyan jî bi biryara xwe tevlî boykotê bûne û her ku diçe gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê endamên wa çêdibin.

Serdar Ehmed bi bîrxist ku di mijar boykotê de hikûmeta başûr ji wan re ne alîkar dibin ne jî astengiya derdixînin. Ehmed ji rayedarên başûr xwest ku bacê daynin li ser kel û pelên Tirkî.

Leave a Reply

Back to top button