Peymanên di navbera Tirkiye û Lîbyayê de rastî nerazîbûna gelek welatan hat

Peymana ku dewleta Tirk ji bo sînorên deryayî bi Libyayê re îmza kiribû rastî nerazîbûnan tê.
Piştî redkirina hikumeta demkî ya Lîbyayê, Misir, Yûnanîstan û Qibirs jî vê peymanê red dikin.

Ji bo nîqaşkirina herdu peymanên ku dewleta Tirk bi Lîbyayê re îmze kiriye, wezareta derve ya Misirê telefonî serokên derve yên Yûnanîstan û Qirbrisê kir.

Misirê diyar kir ku ev peyman li dijî qanûnên navnetewî ne.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, her sê wezîr dibînin ku ev peyman wê pêk neyên, ji ber ti erkekî hikumeta Lîbyayê tune ye ku peymanên wisa îmze bike.

Hikumeta demkî ya Lîbyayê jî doh li dijî vê hevpeymanê nerazîbûn nîşan dabû.

27’ê Mijdarê, Enqere ragihand ku wan bi Lîbyayê re 2 peyman îmze kirine.

Peymanek der barê serweriya herêmên deryayî li Deryaya Spî, ya din jî der barê hevkariya ewlehî û leşkerî ya navbera herdu welatan de ye.

Yunanîstanê jî doh diyar kir ku ev peyman dûrî aqilan e, ji ber ti girêdaneke xaknîgarî di navbera herdu welatan de tune ye.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî doh di civîneke çapameniyê de ragihand ku ew ê di rojên pêş de bi welatên din ên nêzî Deryaya Spî re jî gaveke wisa bavêjin.

Leave a Reply

Back to top button