DAIŞ’ê xistina helîkopteran girt ser xwe, fransa red kir

26’ê Mijdarê li Malî ya Afrîka di encama ketina 2 helîkopterên Fransî de 13 leşkerên Fransî jiyana xwe ji dest dabûn.
Çeteyên DAIŞ’ê berpirsyariya vê bûyerê girte ser xwe, lê rêveberiya Fransayê ev yek red kir.

26’ê Mijdarê li Malî ya li rojavayê Afrîkayê, 2 helîkopterên ku leşkerên Fransî tê de bûn, ketin xwarê.

Serokomariya Fransayê jî bi daxuyaniyekê piştrast kiribû ku di çarçoveya Operasyona Barkhane ya li Maliyê de 2 helîkopterên wan ketine xwarê û 13 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane.

Piştî vê yekê çeteyên DAIŞ’ê bi daxuyaniyekê îdia kir ku helîkopber di encama êrîşa wan de ketiye.

Çeteyan ragihandibû ku helîkoptera rastî êrîşê hatiye, ji bo paşde vekişe li helîkoptera din qelibî ye û bi vî awayî herdu ketine xwarê.

Lê têkildarî vê yekê jî ti belge nehatin nîşandan.

Sererkanê artêşa Fransî François Lecointre jî bi daxuyaniyekê idiayên DAIŞ’ê yê li ser bûyerê pûç kir.

Fransa di çarçoveya Operasyona Barkhane ya ji 2014’an ve dewam dike, li herêma Sahel Morîtanya, Malî, Burkina Faso, Nîjer û Çad ê de 4 hezar leşker erkdar kiribûn.

Bi vê qezayê re, hejmara leşkerên Fransa yên li Maliyê jiyana xwe ji dest dane gihişt 38’an.

Leave a Reply

Back to top button