Rejîma El Beşîr ya li Sudanê partî û rejîma El-beşîr hatin hilweşandin

Konseya Demkî a li Sûdanê ava bûyî, biryar da ku partî û rejîma dîktator Omer El Beşîr hilweşîne.
El Beşîr nêzî 30 sal an Sûdanê bi rê ve biribû.

Konseya Demkî a Serwer a li desthilatê û Hikûmeta Serokwezîr Ebdullah Hemdok biryar da ku ”Partiya Kongreya Netewî were hilweşandin” û dest deynin ser hemû mal û milkê wê.

Li ser mijarê qanûnek bi navê ”Hilweşandina rejîma ku 30’ê Hezîrana 1989’an hatî damezirandin” hat derxistin.

Di daxuyaniya Konseyê de hate gotin,

”Di nav 10 salan de wê destûr neyê dayîn ku El Beşîr ti xebatan bike û destûra ti sembola rejîm û partiyê neyê dayîn.”

Dîktatorê têkçûyî yek ji dostên dîktatorê Tirk Erdogan bû.

Li gel ku li ser Beşîr biryara navnetewî ya girtinê hebû jî, serdana Tirkiyê kiribû û ji bo Erdogan gotibû,”Misilmanekî baş e.”

Leave a Reply

Back to top button