Rueters: Emerîka Rûsya bi nixumandina êrîşên Kîmawî tawanbar dike

Ji bo bikaranîna çekên kîmawî li ser Dumaya Sûriyê, Emerîka tiliyên tawanbariyê dirêjî Rûsyayê dike.

Li gorî Ajansa Ruetersê, Emerîka dibêje ku Rûsya alîkariya rejîma Sûrî kiriye da cebilxaneya çekên qedexekirî veşêrin.

Emerîka diyar kir ku Rûsya kar û xebatên tîma Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ya Navdewletî (OPCW) asteng dike.

Lê Moskow ev tawanbarî red kir û got, raporên Rêxistinê ne rast in.

Nîsana 2018’an, bajarokê Dumayê bi kîmawî hat bombebarankirin.

Di encamê de, bêhtirî 40 kesî jiyana xwe ji dest da.

Wê çaxê ev herêm li jêr destê çeteyên Tirkiyê bû û Rûsya û rejîmê ragihand ku ti êrîşên kîmawî li ser Dumayê pêk nehatine û term ji cihine din li wir bi cih kirine.

Hefteya borî, tîma Rêxistina OPCW ragihand ku ew ê di destpêka sala bê de, berpirsên êrîşên kîmawî li Sûriyê eşkere bike.

Leave a Reply

Back to top button