HRE: Li Efrîn û Mariyê 4 leşker û çeteyên dewleta tirk hatin kuştin

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrîn û Mariyê çalakî pêk anîn û 4 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên hêzên wan ku duh li Efrîn û Mariyê pêk anîbûn, eşkere kir.

Hêzên Rizgariyê ragihand ku hêzên wan çalakiyên bibandor pêk anîne û ev agahî par ve kir:

28’ê Mijdarê hêzên rizgariyê li gundê Malikiyê yê navçeya Şera li dijî baragehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anî.

Di encamê de, 2 leşkerên artêşa dewleta Tirk hatin kuştin.

Heman rojê, li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê li dijî çeteyên koma Firqat el-Hemzat çalakiyek sabotajê pêk anî.

Di encamê de, seyareyek leşkerî hat teqandin, çeteyê bi navê Rabî Ebû Arif hat kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

28’ê Mijdarê li derdora bajarê Mariyê jî hêzên rizgariyê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sekvanî pêk anî û çeteyek hat kuştin.

Leave a Reply

Back to top button