QSD: Tirkiyê bi îdîayan dixwaze binpêkirina agirbestê rewa bike

Navenda Ragihandina QSD’ê encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir.
QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafirên bê mirov êrîşên xwe didomîne û tevgera xwe zêde dike.

Li gorî daxuyaniya QSD’ê, artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, êrîşî gundên Til Temirê yên ku sivîl lê bûn kir.

Tevî êrîşan, li herêmê tevgera balafirên bê mirov jî dewam kir.

Komên çete jî bi tang û topan gundên Qasimiyê, Dawûdiyê, Til Cimo û rêka di navbera Êrîşa û Salihiyê topbaran kir.

Li eniya Eyn Îsa jî artêşa Tirk û çeteyên wê bi awayek bê serûber herêma Eyn Îsa, gundên wê û rêya M4 dan ber topan.

Dagirkeran bi dijwarî êrîş birin ser herêmên sivîlan, çeperên QSD’ê û yên rêjîmê yên li gundê Şêrgirak, Ebû Sire û rêya M4.

Her weha çeteyan bi çekên giran êrîşî gundên Cedîde û Bîr Kîno yên li herêma Qiz Alî kirin û li vir hêzên rêjîma Sûrî besiv dan.

Dewleta Tirk a dagirker 27’ê Mijdarê îdîa kiribû ku 2 leşkerên wan li Akçakale di encama lêdana hawanan de hatine kuştin

QSD’ê diyar kir ku ev îdîa ne rast e û teqez kir ku ti êrîş ji aliyê wan ve pêk nehatiye.

QSD dest nîşan kir ku dewleta Tirk bi van îdîayan dixwaze binpêkirina agirbestê rewa bike.

Leave a Reply

Back to top button