Ebdulmehdî wê îstîfaya xwe pêşkêşî parlemenê bike

Li Iraqê hêzên leşkerî piştî ku xwepêşandêran sefaretxaneya Îranê şewitandin êrîşî wan kirin. Polîsan di êrîşê de çekên rast bikar anîn. Di encamê de herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan û 230 kes jî birîndar bûn.
Piştî xwepêşandanan, îro serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmihdî îstîfa kir.

Xwepêşandêrên Iraqê li wîlayeta Zikra ya Nasriyê ku li başûrê welêt e pêr sefaretxaneya Iranê şewitandin.

Piştî vê yekê di navbera xwepêşandêran û hêzên Iraqê de şer û pevçûn rû dan.

Hêzên Iraqî li gel bombeyên gazê, çekên rast jî bikar anîn.

Di êrîşên li Nasriyê de 29 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Necefê 12 û li paytexta Iraq Bexdayê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha 230 kes jî birîndar bûn.

DI NAVA 2 MEHAN DE, 408 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

Li gorî ajansa Reutersê, di xwepêşandanên ku ji despêka meha Cotmehê ve dest pê kirine heta niha 408 xwepêşandêran jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 15 hezar kes jî birîndar bûne.

EBDULMEHDÎ WÊ ÎSTÎFAYA XWE PÊŞKÊŞÎ PARLEMENÊ BIKE

Herî dawî jî, serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî ragihand ku ew ê fermî istifaya xwe pêşkêşî parlamana Îraqê bike.

Piştî îstifaya Ebdulmehdî xwepêşandêran li Qada Tahrîrê ku ev 2 meh in lê dimînin, bi çalakiyan kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Leave a Reply

Back to top button