
Li girava Korsîka ya Fransayê, bi armanca piştgiriya bi Rojava re komîteyek bi navê ”Comîtatû Korsîka – Rojava” hat avakirin.
Endamên ”Comîtatû Corsîca- Rojava” ji aliyê Serokê Parlementoya Korsîkayê ve hatin qebûlkirin.
Komîteyê dixwaze têkoşîna Kurdan bide nasîn û di nav rayagiştî de hişyariyê pêş bixe.
Sê daxwazên sereke yên komîteyê weha ne:
-Li herêma Rojava qedexe li firîna balafiran were danîn,
-Aboriya Tirk were boykotkirin,
-Li herêmên dagirkirî yê Bakûrê Sûriyê, NY hêzeke navbeynkar bi cîh bike.
Komîte destnîşan dike ku hedefa sereke ya rejîma Tirk ew e ku li Bakûr û Rojhilatê Suriyê qada xweser a ku bi destê Kurdan hatiye avakirin, tine bike.