Nûnerê NY li Sûriyê Geir Pedersen diyar kir ku ew bi baldarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûrî dişopînin û bal kişand ser ”yekîtî û aramiya rewşa Sûrî”.
Nûnerê NY li Sûriyê Geir Pedersen di civîna çapemeniyê de li ser aramî û yekparçebûna xaka Sûrî tekez kir û idîa kir ku ew bi baldarî rewşa Bakur û Rojihlatê Sûrî dişopînin.
Tevî binketina gera duyem a xebatên Komîteya Destûrî jî, Pedersen got, “Parastina Komîteya Destûrî divê bê kirin û xebat bi rihekî lihevkirinê berdewam bike”.
25’ê Mijdarê gera duyem a xebatên Komîteya Destûrî li Cinêvê dest pê kirin.
4 rojan aliyên beşdar hewl dan ku civînekê li dar bixin, lê ji ber nakokiyan, ti civîn nehatin lidarxistin.
Rejîma Sûrî beriya destpêkirina van civînan diyar kiribû ku ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûrî, pêkanîna xebatên Komîteyê ne guncaw e.