Efûyê ya Navnetewî: Di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 161 kes hatine kuştin

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ragihand ku di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 161 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî derbarê xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de daneyên nû eşkere kir.

Di daxuyaniya rêxistinê de hat diyarkirin ku meha Mijdarê di xwepêşandanên li Îranê de, ji aliyê hêzên dewletê ve bi awayek nerawa 161 kes hatine kuştin.

Rêxistinê bang li civaka navnetewî kir ku zextê li Îranê bike kuştin û êrîşên xwe yên li dijî xwepêşandêran rawestîne.

Berî çend rojan jî Rêxistina Efûyê ya Navnetewî kuştina 143 xwepêşanderan piştrast kirîbû.

 

Leave a Reply

Back to top button