Şervanekî meclisa leşkerî ya Babê şehîd bû

Meclisa Leşkerî ya Babê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe ku di berxwedana rûmetê de şehîd bûbû eşkere kir.

Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Babê diyar kir ku şervanê wan حسن الدعاس Hesen El-Deas di 23’ê Mijdarê de li navçeya Eyn Îsayê şehîd bû.

Meclisa Leşkerî ya Babê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soz da ku ew ê ji bo serketinê bi her awayî xwedî li têkoşîn û xeyalên şehîdan derkeve.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Hesen El-Deas bi nasnav Hesen Heleb , li Helebê ji dayikbûye, 23’ê Mijdara 2019’an li Eyn Îsayê Şehîd bû.

Leave a Reply

Back to top button