Ji ber gotinên Erdogan ji bo Macron, parîsê sefîrê Tirk vexwend wezaretê

Di navbera Fransa û Tirkiyê de alozî mezin dibe.
Ji ber axaftinên Erdogan yên biçûkxistina Serokkomarê Fransa, Parîsê sefîrê tirk vexwedn wezareta karê derve.

Piştî gotinên serokkomarê dewleta tirk Erdogan ji bo serokomarê Fransa, Wezareta derve ya vî welatî sefîrê tirkiye yê li Parîsê Îsmail Hakki Musa vexwend wezaretxanê.

Nivîsgeha Serokkomarê Fransa di daxuyaniya xwe de têkildarî gotinên Erdogan ji bo Macron weke heqaret binav kir.

Wezareta Fransî diyar kir ku ew ê sefîrê tirk ji bo şîrovekirina gotinên Erdogan vexwînin wezaretê.

Piştî ku Macron gotibû NATO wê destekê nede dagirkeriya Tirk a li Rojava, Erdogan duh gotibû, ”Birêz Macron, tu pêşî li mirina xwe ya mêjî bipirse. Ne hedê te ye ku Tirkiyê ji NATO’yê derxîne.”

Leave a Reply

Back to top button