
Çalakiya nobeta “Ji Ocalan re Azadî” kete hefteya xwe 388’emîn.
Çalakiya nobeta azadiyê ya ji bo Rêber Ocalan, ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê, li pêşiya Konseya Ewropayê dewam dike, komekî din dewr girt.
Hefteya bihurî komek ji bajarê Heilbornn a Elmanyayê nobet girtibû.
Vê hefteyê jî Kurdistaniyên ji bajarê Bern yên Swîsreyê nobet dewr girtin.
Çalakgeran daxuyanî dan û diyarkirin ku ew ê heta encam bigirin wê çalakiya xwe dewam bikin.
Nobeta azadiyê ya li pêşiya Konseya Ewropayê 25 Tîrmeha 2012’an dest pê kiribû û heta îro bê navber dewam dike.