Wezareta Parastinê ya Emerîka: Hevkariya me ya li gel QSD’ê dewam dike

Wezareta Parastinê ya Emerîka diyar kir ku wê li Bakûrê Sûrî xebatên xwe yên bi QSD’ê re dewam bikin.

Wezareta parastinê di malpera xwe ya fermî de bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li gel QSD’ê tev bigerin.

Fermandarê Operasyonên Hevbeş yê Emerîka Robert White doh li Iraqê daxuyanî da, îşaret bi QSD’ê kir û got,

“Operasyonên me û QSD’ê yên hevbeş wê careke din despê bikin.”

Robert White balkişand ser zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê û ev anî ziman:

“Tê texmînkirin ku li Sûriye û Iraqê nêzî 11 hezar çeteyên DAIŞ’ê hene.

Lê çarçoveya wan ya tevgerê biçûk e û dahatiyên wan yên madî jî gelek hatine qutkirin.”

With careke din êrîşa dewleta tirk a dagirker ya li bakurê Sûrî bi bir xist û diyar kir ku ev çete hewil didin ji tevlîheviya li herêmê sûdê werbigrin.

Wezareta Parastinê ya Emerîka: Roleke sereke ya QSD’ê di têkbirina DAIŞ’ê de heye

Wezîrê Prastinê yê Emerîka Mark Esper jî hefteya derbasbûyî diyar kiribû ku hevkariya wan a bi QSD’ê re dewam bike û di têkbirina DAIŞ’ê de roleke sereke yê QSD’ê heye.

Leave a Reply

Back to top button