Li Başûrê Iraqê xwepêşandan berdewam in

Li Başûrê Iraqê, xwepêşandanên gel berdewam in.
Piştî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî biryara istîfayê da, xwepêşandêrên Iraqê gelek pirên li bajarê Nasiriyê girtin.

Dezgehên çapemeniya erebî ragihandin ku vê sibê xwepêşandêran gelek pirên bajarê Nasiriyê yê Iraqê girtin.

Di heman demê de, li nêzî navenda fermandariya polîsan a parêzgeha Zîqar a başûrê Iraqê gule hatin teqandin.

Tora Syknewsê ragihand ku doh li parêzgeha Zîqarê di encama şerê di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlekariyê de 15 xwepêşandêr hatin kuştin û 157 kesên jî birîndar bûn.

Fermandarê polîsên Zîqar û cigirê parêzvanê Necêfê ji ber xwepêşandêran dev ji kar berdan.

Piştî serokê hikumeta Iraqê Adil Ebdulmehdî jî îstîfaya xwe pêşkêşî parlamanê kir, gelê Iraqê daket qada Azadî ya Bexdayê û şahî li dar xist.

Di şahiyê de xwepêşandêran gotin, biryara serokê hikumetê xwestekên wan bi cih nayne.

Di heman çarçoveyê de serokê Teyar El-Sedrî Muqeda Sedrî pêşniyar kir ku ji bo serokê hikûmetê ji nav wan were hilbijartin, ji gel 5 kes were diyarkirin.

Leave a Reply

Back to top button