5’emîn kongreya Partiya herêmên demokratîk DBP’ê bi slogana “bi rihê yekîtiyê ber bi azadiyê” destpê kir

5’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê bi peyama ‘Yekitiya Neteweyî’ dest pê kir

5’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê bi slogana ‘Bi rihê yekîtiyê ber bi azadiyê’ li bajarê Enqerê dest pê kir.

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê û yê HDP’ê Leyla Guven, Bedran Ozturk, Sezaî Temellî û Pervîn Buldan jî di nav de gelek parlamenter û endamên HDP û DBP’ê di kongreyê de amade bûn.

Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Şîrîn Tûnç axaftina vekirinê ya kongreyê kir û weha xitabî girseyê kir:
Ligel zor û zehmetiyan jî, yekitiya gelê kurd roj bi roj mezin dibe. Qazî Mûhammed wiha digot; ‘Ey kurdno, ez ji we biçûk im, ez ji we tiştekê dixwazim, yekitiya xwe ava bikin, ji bo ku hûn li hemberî dijmînê xwe tim serbilind bin. Em jî soz didin ku di vê rêyê de tişta ku bikeve ser milê me, em ê pêk bînin.”

Kongre bi axaftina delegeyan dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button