Jinên DAÎŞ’î hewl dan ciwanekî Sûrî bikujin

Koçberekî sûrî li kampa holê li ser destê jinên DAIŞ’î rastî lêdana 38 derba bi kêrê hat.

Hêzên ewlekariya Kampê vê sibehê di kampa Holê de ciwanekî sûrî bi navê Hesen Cemîl yê beşa Çaremîn di kampê de birîndar dîtin.

Ji ber birîna Hesen ya giran ew rakirin nexweşxaneya Meydanî ya Kampê.

Der barê buyerê de berpirsê ewlehî li kampê destnîşan kir ku jinên DAIŞ’ê 38 derbên kêrê li hemû laşê wî lêda bûn.

Berpirsê ewlehî diyar kir ku ji bo eşkere kirin sûcdaran lêkolîn û şopandina wan dewam dike ji ber ku hemû jin cilên reş li xwe dikin bi hesanî wan ji hev nasnakin.

Berpirsê ewlehî anî ziman ku kesên ku li dijî fikrên DAIŞ’ê yên tundraw disekinin, rastî hewldanên kuştinê yên jinên DAIŞ’î tên.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, li kampê rewşên kuştin û birîndarkirinê zêde dibin.

Beriya çend rojan jî zarokê penaber yê Iraqê yê 14 salî ê bi navê Selman Talib Xelef rastî êşkenceyê hat.

Leave a Reply

Back to top button