Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku li gundê Babê di çalakiyên tolhildanê de 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE der barê çalakiyên xwe yên li heremên dagirkirî daxuyaniyek nivîskî weşand.
HRE’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:
29’ê Mijdarê Hêzên Rizgariya Efrînê li derdora gundê Eblê yên bi ser herêma Babê li dijî çeteyên dewleta Tirk ên bi navê Cebhet El-Şamiyê çalakiyek sabotajê li dar xistin.
Hêzên rizgariyê bi bandor li çeteyan dan û di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin yek jî birîndar bû.