Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan Ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Serê Kaniyê malên Kurdan talan dikin û dest dideynin ser.
Rêveberê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebd El-Rehman der barê mijarê ji Televizyona El-Hedes re axivî.
Ramî Ebd El-Rehman teqez kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyên Serê Kaniyê Koçber dikin û dest dideynin ser malên wan.
El-Rehman diyar kir ku şêniyên Serê Kaniyê ji ber dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarên wan dagir kirine ditirsin ku vegerin malên xwe û got,
“Piştî dagirkeriyê binesaziya herêmê hatiye rûxandin û çeteyan mal û milkên şêniyan wêran û talan kirine.”
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan:
Dewleta Tirk li Girê Sipî û Serê Kaniyê sûcên şer dike
Ebd El-Rehman diyar kir ku dewleta Tirk tevî Girê Spî û Serê Kaniyê, li herêmên ku dagir kiriye sûcên şer û sûcên mirovahî dike.
Rêveberê Çavdêriya Sûrî destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk kurdan ji Serê Kaniyê koçber dikin û malên wan talan dikin û got, “Ev kiryar ne yek alî ne û siyaseteke plankirî ye.”
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûne.