Mazlûm Ebdî: Divê mafê gelê Kurd were misogerkirin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê her wiha destnîşan kir ku, xeta stûr a bi Hikûmeta Sûrî re nîqaş dikin, got, “Ev jî nenavendiya siyasî û tevlîbûna QSD’ê weke saziyeke leşkerî ye.”
Her wiha Ebdî teqez kir ku, Gelê Kurd di Sûriyê de xwedî maf e û divê were misogerkirin.

 

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûrî, QSD’ê gelek gavên dîplomatîk avêtin.

Di vê çarçoveyê de hêzên rejîma Sûrî li serî li ser sînor bi cîh bûn û zêdetirî 10 dewriyeyên Rûsî Tirkî li ser sînor geriyan.

Lê tevî van gavên ku QSD’ê avêtin, tewanbariyên rejîma Sûrî bi dawî nebûn.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî teqez kir ku, daxwaza wan naskirina tabetmendiya QSD’ê û ne navendiya siyasî ye.

Ebdî diyarkir ku Rêveberiya Xweser rastiyeke li ser erdê ye û ji bo çareseriyê baştirîn proje ye

Fermandarê QSD’ê Ebdî weha dewam kir:

Hejmara şervanên QSD’ê 70 heta 80 hezarî ye. QSD’ê bi vê hêjmarê dikare di nava Artêşa Sûrî de 2 an 3 feyleqan ava bike û weke saziyeke leşkerî di pergala parastinê de were qebûlkirin.

 

MAZLÛM EBDÎ: DIVÊ MAFÊ GELÊ KURD WERE MISOGERKIRIN

Fermandarê QSD’ê bal kişand ser mafê gelê Kurd jî û di vê mijarê de jî weha axivî:

Gelê Kurd xwedî maf e û divê di destûr de were misogerkirin..

Tewanbariyên rêjîmê, krîzê kûr dikin û berovajî wê divê daxuyaniyên rejîmê li gorî berjewendiyên yekîtiya Sûriyê de bin.

Her weha Fermandar Mazlûm Ebdî diyar kir ku, Rûsya baş dizane ku bi tevlbûna QSD’ê wê Artêşa Sûrî bi hêz bibe û niha jî weke QSD’ê dixwazin bi Hikûmeta Sûrî re bighêjin lihevkirinekê.

Leave a Reply

Back to top button