Fransî: Dema pêkanîna zextên li ser tirkiyê hatiye

Piştî heqaretên Erdogan yê li dijî Serokkomarê Fransayê Macron, di navbera her du welatan de alozî rû da.
Serokkomarê Fransa, li Parîsê sefîrê tirk vexwend wezaretê.
Parlamenter, nivîskar û senatorên Fransî jî li dijî piçûkxistina Erdogan nerazîbûn nîşan dan û xwestin Fransa zextan li Tirkiye bike.

Piştî ku Serokkomarê Fransayê Macron diyarkir ku Tirkiye hem êrîşî Bakûr û Rojhilatê Sûrî dike hem jî dixwaze NATO piştgirî bide vê dagirkeriyê, Serokkomarê Erdogan bi şêwazekî heqaretê bersîv da û got:

“Ya rast tu mirina mejiyê xwe bide kontrolkirin.”

Wezareta Derve ya Fransa ji ber piçûkxistina Erdogan, sefîrê Tirk yê li Parîsê vexwend wezaretê û diltengiya xwe ya li ser mijarê anî ziman.

Li gorî nûçeya Euronews’ê ev gotinên Erdogan li Fransa rastî nerazîbûnên tund hat.

Nivîskarê bi nav û deng Bernard-Henri Levy li ser axaftinên Erdogan weha got:

“Parastina kurdan, serbest berdana muxalîfan, rêz nîşanî demokrasiyê dayîn, peymanên navnetewî û dilsozî mayîna bi wê re ji bo Erdogan tam dînîtiyek e. Tirkiye hêjayî rewşeke hîn baştir e.”

 

Wezîrê berê yê Fransa û endamê nû yê Senetoyê Roger Karoutchi jî anî ziman ku kesê heqaretê dike hêjayî heqaretê ye.

Lê ji ber ku sefîrek me li Enqerê heye divê were bibîrxistin û divê hevdîtinên di navbera Ewropa û tirkiyê de yekser werin bidawîkirin.

 

Serokê partiya Debout la France Nicolas Dupont-Aignan jî bi van gotinan beteka xwe nîşan da.

Serokkomarê tirkiye Erdogan, heqaret li qurbaniyên misilman yên li ser xaka Fransayê kir.

Piştî ewqas salên sertewandina ji Tirkiye re, ji bo Macron, Erdogan bide rûnişkanin gelo li benda çi ye?

 

Parlementera komarparêz Valerie Boyer jî li ser hesabê xwe yê mediya civakî bertek nîşanî Erdogan da û diyar kir ku Serokkomarê tirkiye, Fransayê biçûk dixe û dema zextên li ser tirkiyê hatiye.

 

Parlementerê Fransa Eric Ciotti jî ji Macron xwest bikeve nava tevgerê ev pêşniyar kir:

Sefrînê Fransa yê li Enqere paşde vekêşin.

Hevdîtinên Yekîtiya Ewropa û tirkiyê yekser bidin rawestandin.

 

Ji berpirsên Partiya InSoumise ya Fransî Maxime Charpotier jî li ser heqaretên Erdogan yê li dijî Macron, daxwaza derketina Fransa ji NATO’yê kir.

Leave a Reply

Back to top button