Ji bo yekîtiya netewî rewşenbîrên Kurd li nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê li hev civiyan

Tê payîn di 9’ê Kanunê de şandek ji kesayet û siyasetmendarên Bakurê Kurdistanê serdana Başûrê Kurdistanê bikin û bi aliyên siyasî, kesayet û rewşenbîran re, ji bo pêşxistina yekîtiya netewî bikevin nav danûstandinan.

Li ser heman mijarê li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê komek rewşenbîrên Kurd lihev civiyan.

 

Piştî civînê li ser navê rewşenbîran Aso Haşim daxuyaniya çapemeniyê û da zanîn ku di civînê de yekîtiya neteweyî guftugo kirine.

Aso destnîşan kir ku divê dema ku li dijî gelê Kurd êrîş û xetereyên mezin hene, divê bi awayekî lezgîn kongreya netewî were lidarxistin.

Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş jî axivî û got;

“Metirsiyên li ser gelê Kurd, li hemû parçeyên Kurdistanê berdewam dike, ji bo vê mijara yekîtiya netewî gelekî girîng e.”

HEWILDANA HÛNERMENDAN JI BO YEKÎTIYÊ GAVEKE DÎROKÎ YE

Ji aliyê din ve Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê jî der barê Însiyatîfa yekîtiya netewî ya hûnermend û rewşenbîrên Kurd ku berî demekê li Ewrûpayê ava kiribûn daxuyanî da û ev weke gaveke dîrokî nirxand.

Komîteyê got ku ew hêvîdar in ku ev inîsîyatîf heta ku yekîtiya netewî pêk were dewam bike û xurt bibe.

 

Leave a Reply

Back to top button