Çeteyên dewleta Tirk êrîşî nuqteyên Rejîmê kirin

Li Idlibê komên çete yên dewleta Tirk a dagirker li dijî nuqteyên hêzên rejîmê êrişeke dijwar pêk anîn û hêzên rejîmê jî bersiv dan.

 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li dijî herêmên ku hêzên rêjîmê xistiye bin kontrola xwe, dest bi êrişeke dijwar kirine.

Navêndê diyar kir ku piştî êrîşê li bejahiyên başur-rojhilatê Idlibê di navbera çeteyan û hêzên rejîmê de şerên dijwar rû dan.

Li gorî navendê, li derdora Ecaz, Mişêrfa û Um Xelaxîl topbaranên dijwar pêk hatin.

Hêzên rejîmê bi piştevaniya balafirên Rûsyayê di rojên dawî de li ser herêmên qaşo ”bêçek” êrîşên xwe zêde kirin û hin herêm xistin bin kontrola xwe.

Leave a Reply

Back to top button