Malbatên Helebçeyê 5 daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Başûr kirin

Malbatên qurbaniyên Helepçeyê, Di Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Çekên Kîmyawî de daxwazênsalene li çend welatan çalakî û konferans têkildarî çekên qedexekirî yên kîmyawî pêk tên.
Di vê çarçoveyê de îro malbatên şehîdên çekên kîmyawî yên Helebçe û Komeleya Qurbaniyên çekên kîmyewî 5 daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Başûrê Kurdistanê kirin.

 

Komeleya Qurbaniyên Çekên kîmyawî diyar kir ku birîndarên çekên kîmyawî di rewşek dijwar de jiyana xwe berdewam dikin.

Komeleya Qurbaniyên Çekên kîmyawî xalên jêr pêşkêşî parlameto, hikûmet û serokatiya Başûrê Kurdistanê kirin:

– Ji bo dermankirna birîndaran veqetandina bûdceyek taybet.

– Projeyek yasaya taybet ji bo mexdûrên çekên kîmyawî li parlamentoyê were amadekirin û were erêkirin.

– Bi cidî temaşeyî birîndarên çekên kîmyawî were kirin. Bi anîna amûrên pêşketî û bijîşkên pispor.

– Ji bo kontrolkirina birîndaran anîna tîmek pispor û yên pêwîstiya wan bi derve heye bişînin derve.

Leave a Reply

Back to top button