ARTÊŞA DAGIRKER HERÊMA BRADOSTÊ BOMBE KIR

Balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker ji şevê din heta îro bênavber herêma Bradost bombebaran kirin.

Balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker herêma Biradost bi taybet Girê Lêlkanê û derdora wê bombebaran kir.

Her wiha balafirên şer yên Tirk şevê din di saetên êvarê de gundê Xelîfan bombebaran kiribû.

Çavkaniyên herêmî ragihandibûn ku welatî neçar mane ku ji gund derkevin.

Lê têkildarî zirer û ziyanên ku çêbûne ti agahiyek ne hatiye bidest xistin.

Leave a Reply

Back to top button