DAIŞ’ê bûyera kuştina 3 kesan li Brîtanyayê girte ser xwe

Çeteyên DAIŞ’ê bûyera kuştina 3 kesan li Birîtaniyayê ku duh rû dabû, girte ser xwe.

Çeteyên DAIŞ’ê li ser malpera xwe ya bi navê ”E’maqê” bi daxuyaniyekê bûyera ku duh li cisrê Londinê rû dayî girte ser xwe.

Duh li paytexta Birîtaniya li cisirê Londinê, di encamê êrîşeke bi kêran de, tevî êrîşker 3 kes hatibûn kuştin.

Polîsa Birîtaniyayê ji aliyê xwe ve bi daxuyaniyekê ragihand ku di encamê bûyerê de, tevî êrîşker 2 kesên din ku bi giranî birîndar bûbûn, jiyana xwe ji dest dan.

Ji aliyê xwe ve çeteyên DAIŞ’ê êrîş girtine ser xwe û diyar kirin ku ”êrîş li dijî welatiyên dewletên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê pêk hatiye.”

Leave a Reply

Back to top button