DAIŞ’ê êrîşa li Londonê girte ser xwe êrîşkar sala 2018’an ji zindanê hatiye berdan

DAIŞ’ê êrîşa li paytexta Birîtanyayê Londonê girte ser xwe.
Li gorî wan “Ev êrîş li dijî welatiyên Koalîsyona Navdewletî pêk hatiye”
Hat zanîn ku êrîşkar berî 7 salan hatibû girtin, lê careke din hatibû berdan.

Li Londonê ji ber êrîşa bi kêrê, jin û mêrek hatin kuştin û 3 kesên din jî birîndar bibûn..

Li gorî Rêxistina Polîs yê Birîtaniyayê, navê êrîşkar Usman Khan e.

Khan bi eslê xwe ji Keşmîr a di bin desthilata Pakistanê de ye û bi beşdarbûna xwe ya di êrîşa Borsa Londonê de ya sala 2010 hatibû tewanbarkirin.

Sala 2012’an tê girtin, lê belê sala borî dîsa hat berdan.

Alîkarê Rêvebirê Rêxistina Polîsan a Londonê Neil Basu ragihand ku “êrîşkarê 28 salî sala 2012an ji ber sûcê terorê hatibû dadgehkirin, lê belê Kanûna 2018’an bi şert hatiye berdan.”

Her wiha da xuyakirin ku, di êrîşê de, jinek û mêrek hatin kuştin, 2 jin û mêrek jî birîndar bûne..

Leave a Reply

Back to top button