Tirkiye 2 Jinên DAIŞî yên Belçîkî şandin welatê wan

Dewleta Tirk 2 DAIŞ’iyên Belçîkî radestî hikumeta wan kir.
Swêd jî mijara kişandina welatîbûna DAIŞ’iyên xwe lêkolîn dike.

Wezareta hindir a Tirkiyê ragihand ku wan roja Pêncşemê, 2 jinên DAIŞ’î yên Belçîkî şandin welatê wan.

Li gorî wezaretê, yek ji wan ji Kampa Eyn Îsayê û ya din jî ku xwişka wê ye, ji kampa Holê reviyabûn.

2 jinên DAIŞ’î piştî çûn Belçîkayê, li balafirgeha Brukselê hatin girtin.

Dozgeriya Giştî ya Federal a Belçîkayê da zanîn ku li wan herdu jinan hikumê 5 salan birriye.

Swêd, kişandina welatîbûna DAIŞ’iyan lêkolîn dike

Li aliyekî din, piştî Tirkiyê ragihand ew ê çeteyên DAIŞ’ê radestî hikumetên wan bike, Partiyên mûxalefetê yên Swêdê bi israr in ku DAÎŞ’î ji welatîbûnê bên derxistin.

Lê serokwezîr Stefan Lofven anî ziman ku derxistina DAÎŞ’iyan ji welatîbûnê pirsgirêkê çareser nake û li gorî destûra bingehîn ev yek ne pêkan e.

Polîsên Ewlekariyê yên Swêdê tevlî nîqaşên derxistina ji welatîbûnê nebûn û xwestin ku DAÎŞ’iyên radestî Swêdê bên kirin, sûcên wan bên lêkolînkirin û paşê werin darizandin.

Leave a Reply

Back to top button