Madlên Xemîs: Gelê Asûrî, Suryan û Ermen hedef tên girtin

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Xabûr Madlên Xemîs diyar kir ku agirbest ji aliyê dewleta Tirk ve pêk nehatiye û heta niha êrîşên li dijî Til Temirê dewam dikin.
Madlên da zanîn ku gelên Suriyê niha di bin xetereyê de ne û bi taybet gelê Asûrî, Suryanî û Ermen hedef tên girtin.

Êrîşên dewleta Tirk yê li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyê ji 9’ê Cotmehê ve dewam dikin.

Di demên dawî de jî, êrişên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî navçeya Til Temirê zêde bûne.

Navçeya Til Temir ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Parastina Xabûr ve tê parastin.

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Xabûr Madlên Xemîs rewşa dawî ya navçeyê nirxand û diyar kir ku Til Temir di bin xetereya êrişan de ye.

Madlên Xemîs da zanîn ku tevî agirbestê, êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin û got:

Nêzî 70 gundên li derdora Til Temirê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û bi sedan şêniyên van gundan neçarî koçberiyê bûne.

Fermandara Hêzên Parastina Xabûr Madlên Xemîs:
Dewleta Tirk ti carî li gorî agirbestê tevnegeriya

Madlên bal kişand ser bangewaziya sekinandina êrişên hewayî û diyar kir ku ev bangewazî pêk nehatiye û heya niha li ber çavên dewletan herêmên me tên dagirkirin.

Madlên diyar kir ku piştî hêzên QSD’ê 32 km vekişiyan Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Parastina Xabûr dest bi parastinê kirin.

Lê tevî vê yekê êrîş nehatin rewastandin û heta niha agirbest ji aliyê dewleta Tirk ve nehatiye pêk anîn.

Madlên destnîşan kir ku niha çeteyên dewleta Tirk çekên giran li gundên ku hatine dagirkirin bi cih dikin û amadekariya êrişeke mezin a li ser navçeya Til Temirê dikin.

Madlên diyar kir ku gelên herêmê niha di xetereyê de ye û bi taybet gelê Asûrî, Suryan û Ermen hedef tên girtin.

Madlên Xemîs anî ziman ku çeteyên dewleta Tirk gundên Til Tewîl û Til Werid yên stratêjîk dikin hedef, lê rastî bexwedana şervanên Meclîsa Suryanî tên.

Têkildarî koçberên ku li gundên Xabûrê bi cih bûne jî Madlên diyar kir ku xeta Xabûr bûye herêmeke aram ji bo koçberan û heger êrişêk çêbe wê rewşa sivîlan bikevê bin xetereyê.

Leave a Reply

Back to top button