Ji ber metirsiya zindîbûna DAIŞ’ê nêzî 100 gundên Germiyan û Xaneqînê vala bûne

Metirsiya zindibûna DAIŞ’ê careke din li nava başûrê kurdistan û Iraqê belav bûye.
Çeteyên DAIŞ’ê ku ji tevliheviya li herêmê sûdê werdigirin, êrîşên xwe yên li ser navçeyên başûrê kurdistanê zêde dikin.
Ji ber metirsiya êrîşên çeteyan nêzî 100 gundên Germiyan û Xaneqînê vala bûne.

Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an herêmên binakok careke din kete destê artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî û hêzên pêşmerge ji van herêman paşve vekêşiyan.

Ji ber vê rewşê di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê de lewazbûna ewlehiyê çêbû.

Ev jî bû sedem ku li herêmê liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bibe.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmî, ji ber êriş û metirsiya çeteyên DAIŞ’ê nêzî 100 gundên herêmên Germiyan û Xaneqînê hatine valakirin û şêniyên wan gundan berê xwe dane herêmên din ên Başûrê Kurdistanê.

Piştî êrîşên DAIŞ’ê di hefteya dawî de gundên Şefîq û Cemîl Beg ên Xaneqînê ku niştecihên wan kurd in vala bûn.

Niha navendên sereke yên çeteyên DAIŞ’ê herêmên navçeya Xaneqînê ya Selahedîn, Hemrîn û navçeya Xaneqîn a Diyala û herêma Germiyan e.

Ev herêm weke sêgoşeya tevger, xwe rêxistinkirin û xwe komkirina çeteyên DAIŞ’ê tê zanin.

Fermandarê Lîwaya 3 ya Hêzên Pêşmerge Dilêr Şukir der barê mijarê de ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Dilêr Şukir sedema zindîbûna DAIŞ’ê bi xemsariya hikumeta Iraqê ve girêda û wiha got:

“Rê nadin hêzên pêşmerge vegerin van herêman.

Hêza hikûmeta Iraqê jî nîne van herêman biparêze.

Lewma çeteyên DAIŞ’ê sûdê ji vê valahiyê digire.

Niha rastiya vê herêmê wiha dixwaze ku careke din weke berê hêzên pêşmerge vegerin wan herêman.

Bi hevbeşî li gel hêzên Iraqê erka parastinê van herêman bigrin serxwe.”

Qaymeqamê Xaneqînê Mihemed Hesen jî diyar kir ku sedema zêdebûna bûyeran nebûna hevkariya di navbera pêşmerge û hêzên Iraqê de ye.

Leave a Reply

Back to top button