Ji bo merasîmê xwepêşandêran li Iraqê 2 rojan şîn hat ragihandin

Li 8 parêzgehên Iraqê ji bo kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane, ji bo 2 rojan şîn hat îlankirin.
Di heman demê de li van bajaran biryara betlanaya fermî jî hate girtin.

Hat ragihandin ku li parêzgehên Diyala, Babîl, Musenna, Zîqar, Besra, Necef û Dîwaniye ji bo kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane, şîn û betlana fermî hat ragihandin.

Di xwepêşandanên Iraqê de ku ji 1’ê Cotmehê ve dewam dikin, heta niha zêdetirî 400 kes jiyana xwe ji dest dane.

Aloziya li Iraqê
Parlamenterên Iraqê ji ber isifaya Ebdulmehdî wê bicive

Piştî berfirehbûna xwepêşandanan Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî biryara istifakirina xwe ragihandibû.

Ebdulmehdî di civîna encumena wezîran de bi awayekî fermî îstifaya xwe pêşkeşî Parlamentoya Iraqê kir.

Îro jî têpayîn parlamenter têkildarî mijarê bicivin.

Leave a Reply

Back to top button