QSD: Di êrîşa li ser gundê Genterî de, şervanek şehîd bû

Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD bîlançoya şerê dawî yê 24 saetan eşkere kir.

Navenda ragihandina QSD’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşên xwe yên li ser Til Temirê dewam dikin.

Li gorî navendê, çeteyan êrîşî Meclisa Leşkerî ya Suryanî û deverên derdora wê kirin.

Li aliyê Eyn Îsayê jî, artêşa Tirk dagirker bi giranî gundên Eyn Îsa û Qiz-Elî bombebaran kir.

Navenda QSD’ê da zanîn ku dewleta Tirk gundên Ebû Sira, Korkî, Um el-Beramîl û Mesûdiyê jî dan ber tank û topan.

Her weha artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî gundê Genterî û rêya M4 a navdewletî jî kir.

QSD’ê ragihand ku di vê êrîşê de şervanekî wan şehîd bûye.

Leave a Reply

Back to top button