Hejmara Kampa Waşokanî zêde dibe û rêxistinên navdewletî nabin alîkar

Ji ber êrîşên dewleta Tirk hêjmara koçberên li Kampa Waşokanî her ku diçe zêde dibe. Herî dawî 365 kesên ku koçber bûne çûn Kampa Waşokanî û bi vê yekê hejmara kampê gihaşt 2 hezar û 560’î.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsa, Tiltemir, Zirganê û Serêkaniyê dewam dikin, hêjmara kesên ku neçarî koçberiyê dibin, zêde dibe.

365 kes ango 58 malbatên ku ji ber êrîşên dawî koçber bûn, berê xwe dan Kampa Waşokanî.

Piştî ku ev malbat li kampê hatin bi cih kirin, hêjmara koçberên kampê gihîşt 532 malbat ango 2 hezar û 560 kesî.

Hemû pêdiviyên koçberan Hevva Sor a Kurd bi cîh tîne û heta niha rêxistinên mirovî yên navneteweyî nebûne alîkar.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li heremê nêzî 350 hezar kes ji cih û warên xwe koçberbûne

Piraniya koçberan li konan, dibistan û xaniyê kêrnehatî de dijîn û ji ber şert û mercên zivistanê rewşa wan nebaş e.

Leave a Reply

Back to top button