Çavdêriya Sûrî: 47 çete û leşkerên rejîmê hatin kuştin

Li derdora gundewarê Idlib û Hemayê di navbera çeteyên dewleta Tirk û rejîma Sûrî de şerên dijwar rû didin. Di encama şerê 24 saetan de, ji her du aliyan nêzî 50 kesan hatine kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji doh nîvê şevê û heya niha, 8 hewldanên rejîma Sûrî ji aliyê çeteyan ve hatine têkbirin, lê rejîmê îro vê sibê dîsan êrîşek pêk anî.

Li gorî navendê, di encamê de herî kêm 12 leşkerên rejîmê û 6 çete hatin kuştin.

Di êrîşên li ser rejîmê de jî, 18 leşker li derdora gundewarê başûr-rojhilatê Idlibê hatin kuştin.

Li Tel el-Dem li başûr-rojhilatê Idlibê jî di navbera çeteyên Tehrîr El-Şam û rêjîmê de jî şer rû da û 5 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Her weha li bakur-rojavayê Hemayê, ango li Sehl el-Xab, 2 çete û 4 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

 

Leave a Reply

Back to top button