HPG’ê ragihand ku gerîlayan li herêma Heftanînê li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin û di encamê de 5 leşker hatin kuştin û leşkerekî Tirk jî birîndar bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê der barê çalakiya gerîla ya li Herêma Heftanînê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Li gor daxuyaniya HPG’ê;
29’ê Mijdarê gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, li Girê Konferansê ya Mezin, li dijî artêşa Tirk a dagirker, çalakiyek pêk anî.
Gerîlayan di çalakiyê de derbên giran li dijmin xistin.
Di encamê 5 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.