ÇETEYAN TA NIHA LI EFRÎN’Ê ZÊDETIRÎ 2 HEZAR SIVÎL REVANDINE

Binpêkirinên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên li Efrînê ji kuştin, revandin, guhertina demografîk û talankirina xwezayê berdewam e.

Ji destpêka dagirkerina Efrînê ve di nav de 145 jin zêdeyî 2 hezar û 500 sivîl hatine revandin, 850 kes çarenûsa wan ne diyar e.

Di çarçoveya siyaseta guhertina demografîk jî avahî ji bo malbatên çeteyan
tên lêkirin.

Binpêkirinên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê ji kuştin, revandin, guhertina demografîk û talankirina xwezayê berdewam e.

Ajansa Hawarê binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê yên hefteyekê belge kiriye..

Li gorî wê;

Ji destpêka dagirkerina Efrînê ve di nav de 145 jin zêdeyî 2 hezar û 500 sivîl hatine revandin, 850 kes çarenûsa wan ne diyar e.

Li gundê Badîna yê navçeya Mabatayê 6 sivîl hatin revandin.

4 sivîlên din ji taxên Zêdiyê û Mehmûdiyê yên navenda bajêr hatine revandin.

Her wiha 2 sivîl ji navçeya Şera hatin revandin û daxwaza fidiye ji malbatên wan hatin xwestin.

Di encama teqîna mayînekê de 3 sivîlên ji gundê Goliya Jorîn ê herêma Racoyê birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagiker li gel kuştin û revandin polîtîkayên guhertina demografi li Efrînê didomînin.

Mal û milkên şêniyên resen desteser dikin û malbatên çeteyan li wir bi cih dikin.

Têkildarî mijarê qaşo “Meclisa herêmê” ya ku fermanên xwe ji MIT’a Tirk digire di vê heftiyê de daxuyaniyek derxist, tê de lê kirina avahiyên ji bo çeteyan ragihand.

Armanca dagirkeran ji vê yekê ew e ku hebûna malbatên çeteyan li herêmê rewa û mayinde bike.

Dizî û talankirin jî didome.

Li gorî çavkaniyên herêmî, çeteyan li gundên navçeyên Şera û Bilbilê, zeviyên di navbera gundê Naza û devera Keleha Nebî Horî de, deşta gundê Qizilpaş, Bilêlê, Alçiya, gundên li ser sînorê Ezazê bi dehhezar dar ji zeytûnan hilbirandine.

Li aliyekî din jî çeteyan hilbirînên zeytûnan ên li gundê Emara yê Mabatayê dizîne û zêdeyî 3 hezar û 500 dar li gundê Afraz û Golîka Gopik ê navçeyê desteser kirin.

Her wiha berhemên zeytûnan li gundê Telef, Keferzêta yê navçeya Cindirêsê, gundê Marata, Coqa, Tor Tewîl ê navenda bajarê Efrînê dizîn.

Leave a Reply

Back to top button