Li bajarê Hesekê motorsiklêteke bombebarkirî hat teqandin û 2 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.
Nûçegihanê me ragihand ku Li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê motorsiklêteke bombebarkirî teqiyan.
Teqîn li nêzî çerxeriya basil pêk hat.
Nûçegihanê me diyar kir ku di encamê teqînê de 2 ji endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn, her wiha ziyanên madî rû dan.
Hêzên Ewlekariyê derdora teqînê girtin û lêpirsîn dan destpêkirin.
Heta niha ti alî teqîn negirtiye ser xwe.