Ebdî: Wê hêzên Rûsyayê li Til Temir, Amûdê û Eyn Îsayê belav bibin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku wan bi Rûsyayê li ser belavkirina hêzên Rûsî li Eyn Îsa, Til Temir û Amûdê li hev kirin.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tiwîtterê got:

Me îro pêşwaziya Fermandarê Hêzên Rûsiyê yê li Sûriyê General Alexander Chaico kir.

Civîn gelekî berhemdar bû.

Ji bo ewlehî û aramiya herêmê me li ser belavkirina hêzên Rûsya li Amûdê, Til Temir, Eyn Îsayê li hev kir.

Em hêvî dikin ku hîna xebatên hevpar ji bo berjewendiyên welat pêk bên.”

Leave a Reply

Back to top button